Çekdaran mûçeyên pênc dibistananên li Xurmatû dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Germiyanê ragihand, ku çar çekdaran mûçeyên pênc dibistanan û baxçeyekî savayan ên xwendina Kurdî li Xurmatû dizîne.

 

Raîdê mafperwer Elî Cemal Qedûrî, ji Rûdawê re ragihand, ku di navbera nahiya Zinane û navenda qezaya Xurmatû de, mûçeyên pênc dibistanan û baxçeyekî savayan ên xwendina Kurdî li hatiye dizîn.

 

Berdevkê Polîsê Germiyanê herwiha da xuyakirin, 4 çekdarên nenaskirî ku serûçavên wan nixumandî bûn, bi otomobîlê rê li ber otomobîleke din girtine, ku çar mamosta têde bûne û weke komîteya mûçeyên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwendingehên Kurdî bi wan re bûne û ji bo mamosteyan dibirin.

 

Bi gotina Berdevkê Polîsê Germiyanê, wan çekdarên nenaskirî ew pere birine ku tê gotin, 100 milyon dînar e.

 

Di derbarê bûyerê de jî tîmên polîs û belgeyên tawanan dest bi lêkolînê kirine.

 

Qezaya Xurmatû piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017ê ve di bin kontrola hêzên hikûmeta Iraqê de ye.

 

Xurmatû ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê ve ye, lê pêştir ser bi parêzgeha Kerkûkê ve bû, ku di serdema rejîma Beis de ji wê parêzgehê hate cudakirin. Xurmatû herwiha dikeve çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê, ku bi navçeyên nakokî li ser di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ku divê bi referandumê çarenivîsa wan navçeyan were diyarkirin.