Bi amadebûna Barzanî 13mîn pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê hate vekirin

10-10-2018
RÛDAW
Serok Barzanî di merasîma vekirina 13mîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê de amade bû.
Serok Barzanî di merasîma vekirina 13mîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê de amade bû.
Nîşan Kurdistan Hewlêr Pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bi amadebûna serok Mesûd Barzanî 13mîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê hate vekirin, ku 200 dezgehên çap û weşandina pirtûkan ji zêdetir ji 30 welatan ve têde beşdar in.

 

Îro Çarşembî demjimêr 10:00ê sibehî, bi amadebûna serok Mesûd Barzanî û çend rayedarên din ên Herêma Kurdistanê, 13mîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê li cihê pêşangehên navdewletî yên Hewlêrê li Parka Samî Ebdulrehman dest bi karên xwe kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê li cihê pêşangehê, Hadî Selîmî ragihand, di merasîma vekirina pêşangehê de serok Mesûd Barzanî û hejmarek ji berpirsên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên bajarê Hewlêrê hate vekirin.

 

Di pêşangehê de zêdetir ji 200 dezgeh û saziyên çap û weşandinê ji zêdetir ji 30 welatên cîhanê ve beşdar in û pirtûk û berhemên xwe yên nivîskî di pêşangehê de nimayiş kirine.

 

Pêşangeh ji îro ve heta 10 rojên din dom dike.


Cîgira Rêveberê Giştî yê Çap û Belavkirina Pirtûkan li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê, Niyan Ehmed di daxuyaniyekê ji Rûdawê re ragihand: “Navnîşanên pirtûkên 13mîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê, bi piranî pirtûkên felsefî, wêjeyî û siyasî ne.”

 


Niyan Ehmed herwiha got: “Rê li anîna wan pirtûkan jî hatiye girtin, ku dibine sedema belavkirina hizra terorê.”

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst