Komîsyon: Pesendkirina encamên hilbijartinan dê bi 50+1 bibe

10-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komîsyon Pesendkirin Encam Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryarderê Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku pesendkirina encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, bi biryara dadgehê û bi dengên 50+1ê endamên Encûmena Komîsyaran dibe, neku du li ser sê dengan.

 

Li gor biryareke Desteya Dadwer a Hilbijartinan a ser bi Serokatiya Dadgeha Pêdaçûnê ya Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, pesendkirina encamên hilbijartinan dê bi piraniya dengên endamên komîsyonê bibe, neku du li ser sê.

 

Biryarderê Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Îsmaîl Xurmalê ji Rûdawê re ragihand: “Her çiqas berî niha biryara wê yekê hebû ku pesendkirina encamên hilbijartinan bi dengên du li ser sê endamên komîsyaran bû, bi biryara dadgehê pesendkirin dê bi 50+1 bibe, anku ji 9 endamên komîsyaran 5 endam îmze bikin, encam dê werin pesendkirin. Lê belê em bi pîşeyî dixebitin û hêvî dikin bi îmzeya 9 endaman were pesendkirin.”

 

Li gor Îsmaîl Xurmalê encamên hilbijartinan dê di demeke nêz de neyê pesendkirin û got: “Bi çareserkirina giliyan, dê hejmarên kursiyên partiyan ku heta niha hatine ragihandin biguherin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst