Di projeyasaya budceya Iraqê de pişka Kurdistanê weke %12.67 hatiye danîn

Hewlêr (Rûdaw) – Pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2019a de weke %12.67 hatiye danîn. Parlementerekî berê yê Iraqê jî dibêje ku projeyasa ji aliyê kabîneya Heyder Ebadî ve hatiye amadekirin û siyasî ye.

 

Li gor projeyasaya pêşniyarkirî ya budceya sala 2019an a Iraqê, pişka Herêma Kurdistanê weke %12.67 hatiye diyarkirin.

 

Parlementerê gera sêyem a Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder diyar kir, ku projeyasaya budceya sala 2019an binpêkirina destûra Iraqê û yasayan e û hikûmeta niha çend astengên siyasî danîne daku pirsgirêkên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe, yek ji wan jî pişka Herêma Kurdistanê weke %12.67 hatiye diyarkirin.

 

Mesûd Heyder ku berî niha di Lijneya Darayî ya Parlementoya Iraqê de bû, diyar dike ku “pêwîst e Parlementoya Iraqê projeyasayê vegerîne hikûmetê û kabîneya Adil Ebdulmehdî li ser bingeha bernameya hikûmeta nû projeyasayekê amade bike”.

 

Wezareta Darayî ya Iraqê îro projeyasaya budceya sala 2019an ji bo pesendkirinê şande Encûmena Wezîran û biryar e ji bo dengdana li ser madeyan, bişînin parlementoyê.

 

Ji sala 2003an ve pişka Herêma Kurdistanê di budceya salane ya Iraqê de %17 bû.