Li Qerejdaxê çinîna birinc dest pê kir

Amed (Rûdaw) - Li quntara çiyayê Qerejdaxê ya Amedê demsala çinîna birincê dest pê kir. Li Qerjdaxê salane nêzî 12 hezar ton birinc tê çandin û ev birinc tenê li bajarê Amedê û derdora wê tê belavkirin. Ligel ku birinca Qerejdaxê navdartirîn birinca Bakurê Kurdistanê ye jî heta niha ev birinc ji bo welatên derve nehatiye hinardekirin. 

 

Çinîna Birinca Qerejdaxê Li quntara çiyayê Qerejdaxê yê Amedê dê heta 40 rojan berdewam bike û ev birinc li bajarên derdora Amedê ji bo firotinê bê belavkirin. 

 

Li gundê Alatosuna Amedê bi hezaran donum birinc hatiye çandin. Birinca herî baş ji vê axê derdikeve. Taybetiya zeviyên Qerejdaxê ew e ku ji kevirên volkanîk pêk tê, xîz e û mîneralên vê birincê ji ber vê taybetiyê ji birincên din qat bi qat zêdetir e.

 

Paleyê birincê Mihemed Emîn Hamsa derbarê birinca Qerecdaxê de ji Rûdawê re dibêje: “Birinca Qerejdaxê bi nav û deng e. Tu birinc bi qasî birinca qerejdaxê xweş nabe. Pir rind e. Ji tenduristiyê re jî baş e.”

 

Emîn Çîftçî jî ku paleyê birinc e, got: “Birinca qerejdaxê navdar e. Xwarina wê, ekla wê pir xweş e.”

 

Salane tenê li derdora Qerejdaxê di navbera 8 û 12 hezar tonî de birinc tê çinîn. Lê hêj birinca Qerejdaxê negihiştiye wê astê ku bo derveyî welat bê hinardekirin.

 

Îlhan Avci xwediyê fabrîkaya Birinc dibêje, rengê birinca Qerejdaxê li gorî birincên din hinek reş e. Lê tam û çêja wê ewqas xweş e ku mirov nikare bi birincên din re bide ber hev.

 

Îlhan Avci diyar kir: “Rengê birinca me pir xweş nîn e. Xwarina wê pir xweş e. Birinca me yeka wî 4 tas av digre. Lê birincên din tenê tasek av digrin. Yek û yek e. Ji ber vê yekê herkes nizane vê birincê bipêjîne.”

 

Li Amedê tenê 2 fabrîkayên pakêtkirina birincê hene. Lê birinc tenê di torbeyên 25 kîloyî de tên berhevkirin. Ev birinc jî zêdetir li navçeyên derdora Amedê tê firotin. Piranî malbatên Amedî vê birincê dixwin.

 

Şefê Fabrîqeya Birincê, Ehmed Kahraman ji Rûdawê re axivî û got: “Birinca cotkar û gundiyan em li vê derê bo firotinê amade dikin. Tu birincek nagihije tama birinca Qerejdaxê. Lê mixabin me nekariye em vê birincê li cîhanê bidin naskirin. Ji ber vê yekê tenê xelkê me vê birincê dixwe. Hêj cîhan nizane ku birinca Qerejdaxê heye.”

 

Li Amedê piştî pembo, garis û nîsk bera herî zêde tê ajotin birinca Qerejdaxê ye. Lê hêj tu pergalek ji vê birincê re nehatiye dîtin ku bi birincên din ên bajarên Tirkiyeyê re rikaberî bike.