Leyla Zana: Mam Celal ji bo azadiya Kurdan gelek hewl da

10-10-2017
RÛDAW
Leyla Zana
Leyla Zana
Nîşan Celal Talebanî Leyla Zana Şîn Silêmanî Taziye
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Parlementera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana beşdarî şîna Celal Talebanî û ragihand: “Mam Celal ji bo azadiya Kurdan gelek hewl da, lê ji bo aramiya herêmê jî, bê navber xebateke mezin kir.”

 

Leyla Zana li Silêmaniyê beşdarî şîna Serokomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî bû.

 

Zana di şînê de diyar kir, ku ji ber astengiyên xwe yên tendirustiyê nekariye beşdarî merasîma cenazeyê bibe û ji malbata Celal Talebanî lêborîna xwe xwest.

 

Leyla Zana di axavtina xwe de destnîşan kir, ku Mam Celal ne tenê ji bo Kurdan, herwiha ji bo hemû herêmê kesayetekî mezin bû û got: “Ji bo azadiya Kurdan gelek hewl da, lê ji bo aramiya herêmê jî, bê navber xebateke mezin kir. Divê ne tenê ji bo Kurdan rûmet be, ji bo hemû xelkê herêmê rûmeta wî were dîtin û neyê jibîrkirin, fikr û ramanên wî bibe rê li pêşiya her kesî û nifşa nû jî li ser vê şopê bimeşe.”

 

Herwiha Leyla Zana ji ber wefata Mam Celal xemgîniya xwe anî ziman û got: “Rehma Xwedê lê be, hêvîdar im cihê wî cenet be.”

 

Zana bal kişande ser encama referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û got: “Mam Celal bi çavê xwe û bi guhê xwe bihîst ku miletek ji sedî 93 li pey pêşeroja xwe ye.”

 

Parlementera HDPê amaje bi wê yekê kir ku Kurd dixwazin di aramiyê de û li gel pêkhateyên din weke xwişk û bira bijîn û got:        “Em ne dijminê ti kesî ne û em hêvîdar in Xwedê Tealayê mezin nehêle te kes bi hestên neyartî nêzî Kurdan û nêzî mirovahiyê bibin.”

 

Weke din Leyla Zana cardin sersaxiya binemala Celal Talebanî û gelê Kurdistanê xwest.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst