Seyên serberdayî 10 xezal telef kirin

10-10-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Rihayê ji xezalên ku neslê wan di bin xetereya qelanê de ye 10 xezal di encama êrîşa seyan de telef bûn.


Li gor agahiyên berdest keriyê ku tê de 10 xezal hebûn û li Qada Pêşxistina Jiyana Ajalên Kovî ya Kizilkuyuyê ku bi qasî 200 hezar dekar e li nêzî navçeya Sirûçê rastî êrîşa seyên serberdayî hat.


Xezalên ku ji çend cihên xwe birîndar bibûn mirin.


Li gor zêdebûna jimara wan xezalên ku sembola bajêr in û neslê wan di bin xetereya qelanê de ne û di bin parastinê de ne dem bi dem ji bo  xwezayê têne berdan. (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst