Baregeha PDKê a Kelar jî hat şewitandin
Kelar (Rûdaw)- Xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî baregeha PDKê kirin û ew baregeh şewitandin.
Peyamnêrê Rûdawê ji Kelar ragihand: “Endamên PDKê ji nava baregehê derketin û xwepêşander çûn nava baregehê, tiştên nava wê têk birin û agir berdan baregehê.”
Berpirsê Baregeha Kelar a parêzgeha Silêmaniyê Behmen Kake bu rêya Rûdawê bang kiribû û gotibû, bi hewara me ve wirin, ji ber ku hêzên ewlehiyê me naparêzin û kêm maye xwepêşandan derbasî baregeha me bibin û hindurê wê bişewitînin.
Behmen Kake ji Rûdawê re ragihandibû: “Em daxwaz ji Polîtburoya PDKê û serkirdatiya PDKê dikin ku bi hewara me ve werin ji ber ku dê baregeha me bişewitînin û hêzên ewlehiyê me naparêzin û xwepêşander hatine ser me û dixwazin me bikujin.”
Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan baregeheke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.