Dadgehê ji ap pirsî: ‘Bavê Narînê tu yî?’

10-09-2024
Nîşan Salîm Guran Narîn Guran Hizbullah Davası Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê ji Salîm Guranê apê Narînê pirsî, “Gelo te Narîn kuşt, gelo dibe ku tu bavê Narînê bî?”

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê winda bû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 8ê Îlonê (yekşem) ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

“Termê wê di nava kîsekî de hat dîtin”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Karên otopsiyê yê Narînê li Saziya Tiba Dadî ya Amedê hatin kirin.

Li gorî raporê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

24 kes hatin desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Narînê de dê, bav, ap û birayên wê ji di nav de 24 kes hatin desteserkirin.

Salîm Guranê apê Narînê di heman demê de muxtarê gund e û beriya her kesî ew hatibû desteserkirin.

“Dibe ku tu bavê Narînê bî?”

Li gorî nûçeya Ekol TVyê, dadgehê ji apê Narînê ev pirs kirine û wî jî ev bersiv dane:

Dadgeh: Dibe ku tu bavê Narînê bî?

Salîm Guran: Na, tiştekî wiha nîne.

Dadgeh: Kê li kû derê xisar da Narînê?

Salîm Guran: Ez ji ku zanim bê ma kê zerer dayê.

Dadgeh: Te Narîn Guran kuştiye?

Salîm Guran: Tiştekî wiha nîne, min ew nekuştiye.

Dadgeh: Li ser kursiyê ajokar DNAya Narînê heye. Hûn dikarin tiştekî bibêjin?

Salîm Guran: Min ew zarok li otomobîla xwe siwar nekiriye.

Dadgeh: Otomobîla hemû apên wê heye. Narîn çima li ya te siwar bû?

Salîm Guran: ...

Dadgeh: Çima di otomobîla te de tenê DNAya Narînê heye lê ya kesekî din nîne?

Salîm Guran: Ez nikarin vê bibêjim.

Dadgeh: Te ji Arîf Guran re gotiye ‘Ez dê êşekê bi te bidim kişandin ku tu ti carî ji bî nekî’?

Salîm Guran: Tiştekî wiha nîne.

Dadgeh: Gelo Narîn ji ber hinek tiştên ku dîtine hatiye kuştin?

Salîm Guran: Ti fikra min nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst