Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser kuştina Narînê daxuyaniyeke nû da

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç Narîn Guran Nevzat Bahtiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku di lêpirsîna Narîn Guranê de kesê bi navê Nevzat Bahtiyar hatiye girtin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê winda bû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 7ê Îlonê (yekşem) ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Piştî ku termê Narînê hat dîtin 24 kes hatibûn desteserkirin ku di nav wan de Nevzat Bahtiyar jî hebû.

Nevzat Bahtiyar di dema lêpîrsinê de li xwe mikûr hatibû ku wî termê Narînê di çem de veşartiye.

Piştî wergirtiya îfadeyê ya li birêvebiriya ewlehiyê bi dawî bû, Nevzat Bahtiyar sewqî dadgehê hat kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Yilmaz Tunç da zanîn ku Nevzat bi li ser mirina Narîna 8 salî bi biryara Dadweriya Cezayê ya Sulhê ve hatiye girtin.

Her wiha Yilmaz Tunç diyar kir ku lêpirsîna gumanbarên din ên desteserkirî berdewam e.

Tunç got, “Yên ku ji mirina keça me Narînê berpirsyar e, dê bên darizandin û cezayên ku heq dikin dê bên dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst