Dr. Îsmaîl Hesaf: Mele Mistefa ji bo pirsa Kurd bike pirseke navneteweyî çû Sovyetê
Hewlêr (Rûdaw) - Kurdolog û lêkoîlner Dr. Îsmaîl Hesaf eşkere kir ku pêwendiyên Mele Mistefa Barzanî bi serkirdeyên Sovyetê re gelekî bihêz bûn.
Pirtûkek li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî çap bû.
Navê pirtûkê Rêberê Efsaneyî yê Neteweya Kurd û Şoreşa Îlonê, di Rojnameyên Rûsya û Sovyetê de, (1958-1979).
Pirtûk ji aliyê siyasetmedar û lêkolîner Keremê Enqosî ve hatiye komkirin.
Her wiha kurdolog û akademîsyen Dr. Îsmail Hesaf jî pirtûk ji Rûsî wergerandiye Kurdî.
Pirtûk ji 492 rûpelan pêk tê û behsa jiyana Mele Mistefa Barzanî û Şoreşa Îlonê dike.
Wergêrê pirtûkê Dr. Îsmaîl Hesaf bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û behsa pirtûkê kir.
“Barzanî hem bi emparyalîstan hem jî bi komûnîstan re diciviya”
Dr. Îsmaîl Hesaf behsa amadekirina pirtûkê kir û wiha got:
"Nivîskar û siyasetmedar Keremê Anqosî berhem amade kir.
Keremê Anqosî hem kurdolog bû hem jî endamê Partiya Komûnîst a Gurcistanê bû.
Keremê Anqosî jiyana Mele Mistefa Barzanî ya di rojnameyên Rûsyayê de hemû kom kir.
Keremê Anqosî gelekî zehmetî dît, nivîs, nûçe û belgeyên salên 1958-1979an hemû kom kir û çap kir.
Zêdetirî 28 nivîskarên Rûsyayê li ser Mele Mistefa Barzanî nivîs nivîsandibûn. Hemû jî rojnamegerên mezin ên Sovyetê bûn.
Yek ji wan rojnamegeran Yevgeny Primakov e. Yevgeny Primakov ne tenê rojnameger bû, akademîsyen bû dîplomat bû piştre bû Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê.
Dema Yevgeny Primakov dihat cem Mele Mistefa Barzanî ne tenê wekî rojnameger dihat, nêrînên Rûsyayê jî dianîn ji Mele Mistefa Barzanî re.
Carekê dema Yevgeny Primakov tê Başûrê Kurdistanê cem Mele Mistefa Barzanî, rojnamegerê Fransî Eric Rolo jî tê Kurdistanê.
Mela Mistefa Barzanî li kêleka hevdû ji wan re 2 çadiran datîne lê haya wan ji hevdû nîne.
Barzanî di wê demê de hem bi nûnerê Sovyetê û hem jî bi nûnerê bereya emperyalîzmê re hevdîtin dikir û dikarîbû di navbera her duyan jî de balansekê pêk bîne."
“Em deyndarê Sovyetê ne”
Dr. Îsmaîl Hesaf behsa helwesta Sovyetê ya li hemberî Mele Mistefa Barzanî û Kurdan jî kir û wiha got:
“Dema Mele Mistefa Barzanî vegeriya Îraq û Herêma Kurdistanê kesên taybet ên Sovyetê jî bi wî re tên Kurdistanê.
Di baweriya min de Sovyet wê demê heta astekê tevlî şoreşê bû. Çawa tevlî şoreşê bûn, hevdîtin dikirin zanyarî didan serkirdeyên şoreşê.
Pirtûk behsa qonaxên jiyana Mela Mistefa Barzanî dike. Li gorî Yevgeny Primakov, Mele Mistefa ne serkirdeyekî asayî bû ew kesekî efsanewî bû.
Mele Mistefa Barzanî ji bo pirsa Kurd bike pirseke navneteweyî çû Sovyetê û hewl da pirsa Kurd were naskirin.
Piştî hevdîtina Nikita Kruşçev û Barzanî, dema Radyoya Rewanê hat dirêjkirin û Kurdan bêhtir berê xwe da nasnameya xwe.
Pêwendiyên Barzanî û Kurdên Sovyetê jî gelekî baş bû. Sovyet di wê baweriyê de bû ku pirsa Kurd pirsa azadiyê û wekheviyê ye.
Em deyndarê Sovyetê ne, di warê ziman, dîrok û nasandina neteweya Kurd de roleke wan a mezin hebû.”