Li Rihayê zarokek ket coya avê û xeniqî

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê zarokek ket coya avê û xeniqî.

Mihemed Beşîrê 14 salî yê Sûriyeyî yê li navçeya Eyyubiyeyê ket coya avê û li ber çavan wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme û polîsên xozneber çûn cihê bûyerê.

Ekîbên di coya de lêgerîn kir, cesedê Beşîr qedera 6 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê dît.

Cesed ji avê hat derxistin û tîmên tenduristiyê piştî lêkolînê bir morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.