Pisporê enerjiyê: Îraq û Tirkiye dikarin pirsgirêka petrolê bi diyalogê çareser bikin

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq Herêma Kurdistanê Petrol Hinardekirina Petrolê Dr. Îsmaîl Çapak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye ji ber ku deyndarê Îraqê ye xwe amade dike ku li Amerîkayê li dijî Îraqê dozê veke.

Pisporê enerjiyê Dr. Îsmaîl Çapak jî got ku pirsgirêka petrolê ya di navbera her du welatan de ku ber bi krîzê ve diçe, dikare bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Dadgeha Navdewletî ya Tahkîmê ya Parîsê, li ser giliyê Îraqê Tirkiye 1,4 milyar dolaran ceza kir.

Tirkiyeya ku naxwaze vî pereyî bide, li Amerîkayê li dijî Îraqê dozê vedike û 956 milyar dolaran dixwaze.

Pisporê enerjiyê Dr. Îsmaîl Çapak li ser mijara ragirtina hinartina petrola Kurdistanê beşdarî bultena Rûdawê bû.

“Divê Hewlêr û Bexda pirsgirêka xwe çareser bikin”

Dr. Îsmaîl Çapak diyar kir ku beriya Tirkiye û Îraq divê Hewlêr û Bexda pirsgirêkê di navbera xwe de çareser bikin û got:

“Her du hikûmet jî li hemberî Tirkiyeyê di rewşeke dijwar de ne. Di Destûra Bingehîn a Îraqê de madeyên 111 û 112an dibin sedema nakokiyan.

Tirkiye dibe ku doza li Amerîkayê qezenc bike û dibe ku ew bi ser nekeve jî lê Hakan Fîdan berî niha hat wir û bi Wezîrê Karên Derve re hevdîtin kir.

Weke du welatên Misilman divê em van pirsan bi rêya diyalogê çareser bikin. Derfeta çareseriyê heye. Ji ber ku di rojên pêş de Serokkomarê me dê were Îraqê. Serokwezîrê Îraqê Sûdanî jî hatibû Tirkiyeyê.

Hakan Fîdan ku berê Serokê MÎTê bû, zêdetir şarezayî karên navxweyî yên li wir e. Hêviyên min li ser sê tiştan hene: Ez wisa difikirim ku her du welat dikarin li ser mijarên petrol, av û PKKyê biaxivin û li hev bikin.”

"Her du welat jî zererê dibînin"

Dr. Îsmaîl Çapak diyar kir ku Îraqê ji ber tezmînata 1,4 milyar dolaran, 5 meh in hinardeya petrola Kurdistanê rawestandiye lê zerera wê zêdetir bûye û got:

“Îraq ji bo wergirtina qerebûyê hinardeya petrolê rawestandiye lê ji ber vê yekê 2-3 qatan zêdetir zerer dike. Her du aliyan jî zerer kiriye.

Bi baweriya min divê di dema herî zû de pirsgirêka petrolê di nav xwe de çareser bikin. Divê ev yek di dema herî zû de li ser asta wezîr û serokan were gotûbêjkirin û çareserkirin.

Jixwe di mehên pêş de pirsgirêka enerjiyê heye. Çi heyf ku li Îraqê kareba pir kêm e. Tirkiye di warê enerjiyê de jî piştgiriyê dide.

Ji ber ku petrol derneket bazarê, bihayê wê nêzîkî 90 dolarî bû. Herwiha ragirtina boriya petrolê ya Îraq-Ceyhanê jî rê li ber dabînkirina nêzîkî 500 milyon bermîlî girt.

Bi baweriya min ku di demeke kurt de li ser vekirina vê boriyê li hev bikin dê ev yek di berjewendiya her du welatan de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst