Li Dêra Axtemarê ayîna 11emîn hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Grava Axtemarê ya di nav Gola Wanê de îro ayîna 11emîn hat kirin ku salê carekê bi rê ve diçe.

Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, Dêra Axtemarê ya li nava Gola Wanê salê carekê ji bo îbadetê vedibe.

Kesên ku ji bo ayînê çûn bajêrê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji Skeleya Gevaşê bi kelekan derbasî giravê bûn.

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Peder Şîrvan Murzyan û Rahîb Hovagim Seropyan bi papaz û keşîşan re çûn giravê.

Rahîb Hovagim Seropyan piştî bidawîbûna amadehiyan ayîn da destpêkirin.

Sahak Maşalyan serokatiya ayînê kir û gelek kesan ayîn temaşe kir.

Kesên ku beşdarî ayînê bûn, find pêxistin, dia kirin û îlahî gotin.

Hikûmeta Tirkiyeyê, piştî 95 salan sala 2010an destûr da ku li nav dêra dîrokî ya Axtemarê ya Ermeniyan merasimên ayînî bên lidarxistin.

Heta niha 11 merasim hatine lidarxistin.