DÊREZOR - DAIŞê êriş kir: 9 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê û DAIŞê de şer derket.

Di vî şerî de 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

NAvenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deşta Dêrezorê di navbera DAIŞê û grûpên Hêzên Parastina Niştimanî û Lîwaya Qudsê yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê de şer derketiye.

SOHRê da zanîn ku encama şer de ji her du aliyan 6 kes hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku di wî şerî de 3 şivan jî hatine kuştin û 5 şivan hatine revandin.

Herwiha SOHRê ragihand ku 10 kes jî birîndar bûne.