XARPÊT - Otobus û mînîbus li hev qelibîn: Gelek birîndar hene

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê otobûseke rêwiyan û mînîbusek li hev qelibîn, 18 kes birîndar bûn.

Bûyer îro li ser rêya Xarpêt-Meletiyê li Xaçerêya Gozeliyê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, mînîbusa ku ji Amedê ber bi Meletiyê ve diçû, ji rê derketiye û li otobusa rêwiyan daye.

Di bûyerê de li gorî zanyariyên destpêkê 18 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst