RIHA - Mînîbusa karkeran li dîwêr qelibî: 3 mirî, 17 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzgeha Rihayê, mînîbusa karkeran li dîwarê kêleka rê qelibî.

Li ser rêya Kaniya Xezalan-Sirûcê li nêzîkî gundê Xirabnûrê yê Kaniya Xezalan, mînîbuseke karkeran ji rê derket û li dîwarê kêleka rê qelibî.

Di bûyerê de 3 karkeran canê xwe ji dest da û 17 karker jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên 3 karkeran birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Wan birîndar jî veguhestin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.

Hat diyarkirin ku karker ji bo eşêfê (kolana erdan) diçûn gundekî.