ÊLIH - Lîstikvan Ehmed Çelîk dixwaze bi tiştên entîke bikeve Pirtûka Rekoran a Guinnessê

Hewlêr (Rûdaw) – Ehmed Çelîk ê lîstikvan ku di rêzefîlman de dilîze, 25 sal in tiştên kevn û entîke kom dike û Ii kafeya xwe nîşan dide.

Kafeya wî li bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ye û li vê kafeyê tiştên xwe yên entîke nîşan dide.

Di koleksiyona komkirî de 7 hezar û 100 parçeyên kevn û entîke hene.

Lîstikvan û Ehmed Çelîk li ser karê xwe got:

“Pîrika min beriya 25 salan koça dawî kir. Piştî mirina wê hinek tiştên wê hebûn. Malbatê xwest tiştên wê li cîranan belav bike.

Min ji pîrika xwe gelekî hez dikir û min nehişt, min ew anîn mala xwe û parastin. Piştî wê ji bo tiştên entîke meraqa min pêş ket.”

Ehmed Çelîk dixwaze bi tiştên ku kom kirine bibe xwedî navekî cîhanî û ew dixwaze wek xwediyê muzexaneya sivîl û berfireh a herî mezin bikeve Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Ehmed Çelîk diyar kir ku wî ji bo bigihêje vê armancê dest bi lêkolînan û xebatê jî kiriye.

“Ev 25 sal in ez van tiştan kom dikim”

Koleksîyoner Ehmed Çelîk herwiha anî ziman:

“Ev 25 sal in ez van tiştan kom dikim. Ez van tiştan li Batmanê di bin navê Galeriya Hunerê de di kafeya ku min vekiriye de nîşan didim.

Min li mala xwe dest pê kir û li taxê tiştê xwe nîşan dan, piştre hatim bajêr, niha jî ez dixwazim van tiştan di qadeke cîhanî de nîşan bidim.”

Di nava van tiştên entîke de bîranînên bi hezaran mirovî veşartî ne. Gelek ji van tiştên ku niha li vir hatine nîşandan berê li her malekê dihatin dîtin lê niha bûne entîke û nemane.

Gelek kesên ku diçin û cihê wî dibînin dikevine nav bîranînên zaroktî û ciwaniyê.

Hinek jî nizanin ev tişt çawa hatine bikaranîn û cara yekem e ji nêz ve dibînin.