PKKyê nasnameya gerîlayên ku li Wanê canê xwe ji dest dabû eşkere kir

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Qelqelî Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PKKyê nasnameya 2 gerîlayên ku li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Li gundê Çamîliyê yê girêdayî navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê 31ê Tebaxê di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê de 2 gerilayên PKKyê canê xwe ji dest dabû.

Baskê leşkerî yê PKKyê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê gerilayên HPGyê Nebî Ehmed ê bi nasnavê “Şoreş Berxwedan” û Îsmaîl Şucaî yê bi nasnavê “Deyndar Xalit” canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Nebî Ehmed ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 2008an te tevlî PKKyê bûye.

Herwiha Îsmaîl Şucaî ji bajarê Kotolê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 2014an de tevlî refên PKKyê bûye.

Çi bûbû?

Roja 31ê Tebaxê piştî nîvro leşkeran li gundê Çamîliyê yê Qelqeliyê bi ser malekê de girtibû.

Li gor zanyariyan leşkeran gund dorpêç kir û du demjimêr û nîvan operasyonê berdewam kir.

Leşkeran di operasyonê de xaniyê ku 2 gerîlayên PKKyê tê de bûn, gulebaran kir.

Cenazeyên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran canê xwe ji dest dabû, ji bin kavilan hatin derxistin.

Xaniyê ku hatibû armanc kirin jî di bombebaranê de wêran bû û beşa mayî jî hat hilweşandin.

Herwiha gundiyê bi navê Omer Kiliççeken û kurê wî Sami Kiliççeken jî ji aliyê leşkeran ve hatibûn desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya 1ê Îlonê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku di operasyona li bejahiya Qelqeliyê de 2 PKKyiyan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst