Li Amed û Dîlokê bûyerên trafîkê: 7 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Amed û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê di du bûyerên tirafîkê de 7 kes birîndar bûn.

Yek ji wan zarok e û rewşa tenduristiyê ya du birîndaran giran e.

Li ser rêya di navbera Amed û Rihayê de du barhilgir li hev qelibîn.

Di encamê de çar kes birîndar bûn û yek ji birîndaran zarokê yek salî M.H. ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî mûdaxeleya despêkê her çar birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî dijwar e.

Li Dîlokê sê kes birîndar bûn

Li aliyê din li parêzgeha Dîlokê jî bûyera trafîkê qewimî.

Li ser rêya di navbera Dîlok û Nurdaxê de du otomobîl li hev qelibîn.

Di encamê wê bûyerê de jî sê kes birîndar bûn û birîna yekî ji wan giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Rewşa tenduristiyê ya birîndarê bi navê Mustafa E. xeter e.