SEMSÛR - Hesp xwediyê xwe gez kir, ketin û derketina gund hat qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Bileyleyê yê navçeya Alduşê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nexweşiya harbûnê ketin û derketin hat qedexekirin.
Li gundê Bileyleyê, piştî ku hespê Ramazan Saridogan êrişî wî kir û ew gez kir, gundiyan Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê agahdar kir.
Tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê li ser daxwaza xelkê çûn gundê Bileyleyê û parçeyên ku ji hesp wergirtin ji Rêveberiya Enstîtuya Lêkolîn û Kontrolê ya Veterîneriya Edeneyê re şandin.
Piştî lêkolînan hat diyarkirin ku hesp har bûye.
Bi biryara Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê gundê Bileyleyê 6 mehan hat karantînekirin.
Dê ji sibe û pê ve hespê Ramazan Saridogan û ajelên gund bên dermankirin.
Ramazan Saridogan ê xwediyê hespê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê ji ber nexweşiya harbûnê hat dermankirin.
Berpirsê Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê Fethi Gurbuz jî li ser bûyerê got:
“Harbûn nexweşiyek e ku derbasî mirovan jî dibe, ji ber wê em dê derziyê li hemû ajelên gund bidin. Ketin û derketina ajelan a gund dê qedexe be.”