AKP: Li Dêrsimê em dê pirtûka Erdogan bidin kesên vaksîn werbigrin

10-09-2021
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Vaksîn Recep Tayyîp Erdogan Pirtûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê kesên ku vaksîna Coronayê werbigrin, dê pirtûka Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya bi navê “Cîhaneke Dadmentir Gengaz e” wek diyarî bê dayîn.

Li parêzgeha Dersîma Bakurê Kurdistanê Seroka AK Partiyê yê navçeya Pilemûrê Çagnar Kiliçoglu îro 10ê Îlona 2021ê li hesaba xwe ya medya civakî belav kir ku bo wan kesên ku vaksîn werbigrin dê pirtûka Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bidin.

Li parêzgeha Dersîmê Seroka AK Partiyê yê Pilemûrê diyar kir ku bi armanca vaksîn wergirtina welatiyan kampanya destpêkirine û eger kesên vaksîn wergirtine daxwaz bikin dê pirtûka Erdogan ya bi navê “Cîhaneke Dadmentir Gengaz e” wek diyarî bidin wan.

Li gor peyama Kiliçoglu 62 kesên destpêkê vaksîn werbigrin dê mafê daxwaz kirina pirtûka Erdogan hebe.

Pirtûka Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nivîsandiyê  ya bi navê “Cîhaneke Dadmentir Gengaz e” 6ê Îlona 2021ê de derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst