Bavê Mîhraç Mîroglu: Divê polîsê ajokar cezayê herî giran wergire

10-09-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Mîhraç Mîroglu Hezex Şirnex Wesayîta Zirxpoş Salih Mîroglu Rojda Mîroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - karvedanên kuştina  Mîhraç Mîroglo berdewam e, bavê Mîhraç ji Rûdaw re ragihand ku ew dixwaze polîsê ku bûye sedema mirina kurê wî, cezaya herî giran wergire. Parêzera malbatê Rojda Mîroglu jî got ew bûyerê ji nêz ve dişopînin û ji bo ku polîsê ajokar bê cezakirin çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Bavê Mîhraç Mîrogluyê 11 salî ji Rûdawê re axivî. Bav Salih Mîroglu got ew dixwaze polîsê ku kurê wî kuştiye divê cezayê herî giran bistîne. Parêzera malbatê Rojda Mîroglu jî got ew bûyerê ji nêz ve dişopînin û ji bo ku polîsê ajokar bê cezakirin çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Bûyera zirxpoşa polîsan li Hezexa Şirnexê qewimî û zarokê 11 salî Mîhraç Mîroglu di encamê de canê xwe ji dest da, li Parlamentoya Tirkiyeyê bû rojev.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo bûyer bê lêkolînkirin li Parlamentoya Tirkiyeyê bi daxwaznameyek serî li Komîsyona Mafên Mirovan da. Malbat dixwaze polîsê ku li zarokê 11 salî xistiye bê cezakirin.

Bavê Mîhraç Mîroglu, Salih Mîroglu dibêje “Ev erebe hemû aliyên wan ên ku însanan nabînin hene. Ev erebe ne erebeyên taxan in. Ceza dixwazim. Ez dixwazim cezayê herî giran bidin wî şoforî.

Li bajarên kurdan di nava 15 salên dawiyê de nêzî 150 bûyerên wiha qewimîne. Ji ber vê yekê piraniya kurdan di wê baweriyê de ne ku ev ne qeza ne û kuştinên bi qestî ne.

Parêzera Malbata Mîroglu Rojda Mîroglu got “Niha hemû agahî û belge têne berhevkirin. Em lê doz vedikin. Bi vî awayî dê qenaetek derkeve holê. Em ê vê dozê heta dawiyê bişopînin. Ger bi qestî nekiribe jî ev têr nake. Ger li qisûrek hebe, helbet em ê vê bişopînin. Jixwe qanûn ji bo rewşên wiha hene. Ji bo ku bê cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin.”

Ya balkêş ev e ku li bajarên din ên li derveyî Bakurê Kurdistanê heta niha tu bûyereke wiha rû nedaye. Ji ber vê yekê bûyer di nava xelkê de bi navê "îhmal" û "qesta kuştinê" tê şîrovekirin. Wisa diyar e heta ku di nava taxan de çûn û hatina van wesayîtên zirxpoş neyên qedexekirin hem ev bûyer û hem jî ev şîrove dê her berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst