Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê çû serdana mala Mîhraç Mîroglu yê 7 salî

10-09-2021
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Mîhraç Mîroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu çû sersaxiya malbata zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu ku li navçeya Hezex a Şirnexê di encama lêdana wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest dabû.

Di serdanê de Parêzgarê Sirirnexê Alî Hamza Pehlîvan, Şaredar Mehmet Yarka û Parlamenterê AK Partiyê Rizgîn Bîrlîk li gel Soylu bûn.

Soylu bi bavê Mîhraç Mîroglu, Salim û dayika wî Nazife Miroglu re hevdîtin pêk anî û ji ber bûyera mirina kurê wan, sersaxî ji wan û endamên malbatê re xwest.

Soylu derbarê serdanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand:“Em di şîna malbata kurê xwe Miraç Miroglu de ne, yê ku di encama qezayek trafîkê ya trajîk de li Hezexa Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Em spasdarê sebr û rûmeta malbata xwe ne. Rebbê min rehma xwe li lawê me Miraç bike û wî di bihuştê de bi malbata xwe re bigihîne hev, ez hêvî dikim.”

Roja 3ê Îlonê li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîteke zirxpoş a hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li zarokê 7 salî yê Kurd Mîhraç Mîroglu da û ew bi giranî birîndar kir, ku piştî veguhastina bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

 Polîsê ku bibû sedema mirina Mîhraç Mîroglu, piştî wergirtina îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan.

Malbata Mîhracê 7 salî roja 8ê Îlonê ligel şahidaheleke bûyerê, ji bo ku giliyê tomar bikin çûn Fermandariya Cendermeyan a Hezexê û derbarê wî polîsê ku wesayeta zirxî diajot, gilî tomar kirin.

Malbata Mîhrac di îfadeyên xwe yên li navenda Cendirmeyan de daxwaz kirin ku ew polîsê wesayita zirxî diajot bê cezakirin.

Herwiha 14 baroyên Bakurê Kurdistanê, baroya Amedê jî di nav de, derbarê mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî de daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin ku divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên ji rêzê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst