Li dijî Emîne Şenyaşar doz hat vekirin

10-09-2021
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî Emîne Şenyaşar ku li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê 186 rojin li pêş avahiya Dadgehê bi armanca daxwaziya dadperweriyê çalakiya rûniştinê dike, bi îdîaya “heqaret li parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz” ê mirovên wî, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn kiriye, doz hat vekirin.

Li navçeya Pirsûsê (Sirûcê) ya parêzgeha Rihayê, 14ê Hezîrana 2018ê di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û mêrê wê jî li nexweşxaneyê bi awayekî hovane hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê 3 sal zêdetire li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.

Malbata Şenyaşar 186 rojin bi armanca derbarê dosya li nexweşxaneyê de doz were vekirin û bi daxwaza dîtina serdozger çalakiya rûniştinê dikin. Serdozgeriya Komarî ya Rihayê derbarê Emîne Şenyaşar de, bi îdiaya di axaftinê xwe de yên li pêş avahiya dadgehê “heqaret li rayedarên dewletê” kiriye doz vekir.

Di îdianameyê de Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz wek gilîdar (kesê şikayet kiriye) cih girt. Li gor îdianameyê 4 sal cezayê girtîgehê ji Emîne Şenyaşar re tê xwestin.

Îdianame ji aliyê Dadgeha Rihayê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem a doza Emîne Şenyaşar dê di 12ê Mijdarê de were lidarxistin.

Emine Şenyaşar pêştir jî li pêş Dadgeha Rihayê du caran hatibû desteserkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst