Li Rojavayê Kurdistanê nirxê şekir buha û peydakirina wê zehmet bûye

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kuridstanê peydakirina şekira hûr zehmet bûye û Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê dibêje, “Ji bo krîz nemîne em ji bo xelkê navçeyê 15000 ton şekir dabîn dikin.”

Heysem Selmo ku xwedanê şêrîngehekê ye li bajarê Qamişlo, ji ber ku şekira hûr peyda nabe, çend kîloyek bi buhayî kirî ye û ew dibêje, berhemê wî 50 ji sedî şekir e, eger buha neke dixisire.

Heysem El Selmo, Xwedanê Şêrîngehê, dibêje, “Karê şêrînahiyê xwe disipêre şekir, her wiha ard û simît jî. Lê şekir ya sereke ye, buhabûna şekir û kêmpeydabûna wê zirarê dide min, her sifreyeke Herîsê eger ez çê bikim, divê 8 kîlo şekir di nav de be, baş e eger min bi 4000 lîre bifrota, ji ber şekir ez ê bi 7000 lîre bidim, eger wiha be nirxê şêraniya xwe jî zêde dikim.

Ji du hefteyan ve krîza şekir li Rojavayê Kurdistanê rû daye û Rêrêveberiya Xweser hewil dide bazara şekir kontrol bike da ku bazirgan keysbazî nekin û welatî jî bêhtirî pêdiviya xwe şekir nekire û embar neke.

Selman Barûdo, Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê, dibêje, “Ti krîza şekir berê li cem me tine bû, berî çend rojan dergehên sînorî hatin girtin, ji her du aliyan ve, jêder niha Başûrê Kurdistanê ye û her wiha Minbic e, di dema asayî de berî krîza heyî 8000 ton şekir mehane me dabîn dikir. Markêtên me nirxê şekir li cem wan 1800 lîre ye, me hemî komîtên xwe yên temwînê agahdar kirine ku çavdêriya bazarê û bazirganan  bikin. Niha ji bo krîz nemîne em ê 15000 ton şekir dabîn dikin ji bo xelkê navçeyê.”

Ji deverên hikûmeta Sûriyê tenê 500 ton şekir digihêje navçeyê ku ew jî tenê li deverên desThilata wê tê dabeşkirin.

Berî niha ji %60 ji şekira deverê ji aliyê Bab û Cerablusê re derbasî deverê dibû, lê bi alozbûna rewşa serbazî ew jêder qut bûne.

Di demekê de ku pêwîstiya xelkê bi 20.000 ton şekir heye şekira ku li Rojavayê Kurdistan dabîn dibe bi rêya Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr e.