PDKÎ: Firokeyeke bêfirokevan a Îranê hat xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê îro du caran sînorê Sîdekanê topbaran kir û ji sibeha roja pêncşemê ve bilindahiyên gundê Berbizîn ê li herêma Sîdekanê topbaran dike. PDKÎ jî dibêje, pêşmergeyên wan firokeyeke bêfirokevan a Îranê xistine xwarê.

Muxtarê gundê Berbizîn Mihemed Mecîd ji Rûdawê re ragihand, heyama demjimêrekê topxaneyên Îranê bilindahiyên gundê Berbizîn topbaran kirin, lê topbaranê ziyana canî û madî nebû.

Li aliyê din Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) di daxuyaniyekê de ragihand, “Îranê di êrişekê de firokeyên bêfirokevan ên xwekujî bikar anî” û tekez kir, “Yek ji wan firokeyên bêfirokevan, berî ku bigihije armanca xwe, ji aliyê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat teqandin û xistin.”

Her îro demjimêr 12.00 gundê gundê Berbizîn ê li herêma Sîdekanê ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat topbaran kirin.

Muxtarê wî gundî dibêje, di vê werzê de pezdar û cotkar li herêmê ne, piştî topbarana duh, xelk kêmtir diwêrin biçin ser karên xwe.

Roja 07/09/2021, Îranê derbarê êrişkirina ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê hişyarî da xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û daxwaz kir xelk xwe ji baregehên partiyan dûr bixin.

Piştî du roj ji vê hişyariya êrişê, Îranl dest bi topbarankirin û bombebarankirina herêmên Balekayetî û Biradost kir.

Heyamek e Supaya Pasdaran a Îranê, ji bilindahiyên Dolmeydana qezaya Şino ya Rojhilatê Kurdistanê topxaneyên xwe bicih kirine û ji wir herêmên dikevin nav xaka Başûrê Kurdistanê topbaran dike.