Piştî şerê PKKê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Parêzgariya Mêrdînê, li qezaya Artûklû ya wê parêzgehê qedexeya derketina derve hat ragihandin û operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê jî li navçeyê berdewam e.

Parêzgariya Mêrdînê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “ji demjimêr 05:00 îro Înê 10ê Îlonê ve heta derketina daxuyaniyeke duyemîn û bidawîbûna operasyonên li herêmê, li navçeya Artûklûyê û gundê Kurika Çeto û mezrayên derdora wê qedexeya derketina derve tê ragihandin.”

Ragihandina qedexeya derketina derve li wê navçeya Mêrdînê, piştî şerê duh ê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de tê, ku di encamê de polîsekî Operasyonên Taybet hat kuştin.

Doh Pêncşemê li gundê Kurika Çeto yê ser bi navçeya Artuklu ya parêzgeha Mêrdînê ve, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket û di encam de polîsekî Tirkiyê yêê ji tîma operasyonên taybet birîndar bûbû ku paşê li nexweşxanneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve heta niha ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.