Hewlêr (Rûdaw) - Ew koçberên piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ji krîzekê derketin, niha li Kampa Berdereş a Duhokê derbasî krîzeke din bûn, niha jî ji ber koronayê di nav kampê de rewşa wan têk çûye, ne dikarin derkevin derevey kampê kar bikin û ne jî ji xeyinî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, rêxistineke navdewletî alîkariya wan nake.
Koçberekî Amûdê li Kampa Berdereş a Herêma Kurdistanê dibêje, berî korona hin rêxistin hebûn alîkariya wan dikirin, niha di rewşa koronayê de ew jî nema.
Koçberê Amûdê Enes Ezîz got: “Rêxistinê li vir hebûn alîkariya me dikirin, di sê mehan de alîkariya me dikirin, lê piştre Corona hat û êdî alîkarî neman.”
Pere li ba koçberan nemaye, çi pereyê bi xwe re anîbûn, xerc kirine. Niha her koçberek 22 hezar dînarên Iraqî mehane distîne ku dike 18 dolarên Amerîkî.
Derdê wan ne bese, îqameya xwe jî nestandine, ew hêvî dikin, rê ji wan re vebe karibin li bajarên Başûrê Kurdistanê ji xwe re kar bikin.
Koçberê Efrînê Ciwan Ehmed jî got: “Eger îqame li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bidin me bi rêya kefale be, em dikarin derkevin derve û kar bikin.”
Li wir kesên xwedî pîşe hene, hin kes jî hene hinekî xwedî sermaye ne dikarin projeyeke biçûk ji xwe re vekin, Herêma Kurdistanê jî dikare sûd li ezmûnên li vê kampê hene bistîne.
Aliyê pêwendîdar bi pirsa van koçberan UNHCR dibêje, karê rêxistinan ranewestiya ye, lê sînordar bûye.
Berpirsê ragihandina UNHCR Reşîd Hisên jî got: “Bi taybetî piştî belavbûna vîrusa koronayê li nav Herêma Kurdistanê, karê rêxistinan hinek kêmtir bûne.
Di dema borî de hejmareke mezin ji koçberên kampa Berdereşê ji ber têkçûna rewşa wan, kampê bicî hiştin û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, yan mayî jî li benda ferecekê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse