Parlamenterê Şirnexê ji bo Çiyayê Cûdî çalakiyek da destpêkirin

10-09-2020
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çiyayê Cûdî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Şirnexê ji bo rawestandin û rêlibergirtina şewatên li Çiyayê Cûdî çalakiyek da destpêkirin û got, “zêdetirî 3 meh in li daristanên Çiyayê Cûdî şewat berdewam dike.”

Li Cûdî di encama şewatan de îsal bi hezaran dar û zevî şewitîn û li hin deverên wî çiyayê li parêzgeha Şirnexê hîn jî daristan dişewitin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî bi mebesta şermezarkirina venemirandina wan şewatan û rêlibergirtina şewatên nû li ber avahiya partiya xwe li Şirnexê dest bi çalakiyekê kir.

Hasan Ozguneş amaje bi wê kir ku zêdetirî 3 meh in li daristanên Çiyayê Cûdî şewat berdewam dike û got, “Em dizanin ka ev şewat çawa tên derxistin. Ji ber topbarana ketober a hêzên emnî şewat derdikevin. Gundî hewl didin şewatê vemirînin lê kesên şewatan derdixin rê nadin.”

Ozguneş aşkere jî kir ku çend roj berê Rêveberiya Daristanan wesayît û karmend şandin ji bo vemirandina agir û “lê hêzên emnî ew wesayît paç de vegerandin. Me bang li berpirsan kir lê heta niha nêzîkatiyeke erênî me nedît. Divê em li daristanan xwedî derkevin. Jiyan bê daristan nabe.”

Wî parlamenterê HDPê helwesta li hember şewatên li daristanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berawird kir û got ku ew ên li hember şewatên li bajarên Tirkiyê seferber dibin û ji welatên derve alîkariyê dixwazin li hember şewatên li daristanên bajarên Kurdan bêdeng in.

Li cihê çalakiya wî parlamenterê HDPê kartonên dirûşmên “Destên xwe ji daristanên me bikişînin” û “Cûdî dişewite, berpirs bê deng in” hatin bilindkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst