Mesrûr Barzanî: Nabe serjimêrî bo armancên siyasî bê bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Plandananê yê Iraqê Sebah Duleymî kir û Barzanî di civîna ligel Duleymî de ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî û niyazpakiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê nîşan da û got nabe serjimêrî bo armancên siyasî bê bikaranîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Plandananê yê Iraqê Sebah Duleymî îro Sêşema 10ê Îlonê civiyan û  li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybetî serjimêriya nişitecihvanan gotûbêj kirin, ku biryar e di sala 2020an de bê pêkanîn.

Sebah Duleymî amaje bi wê yekê kir ku ezmûna Herêma Kurdistanê cîgir û serkeftî ye û serkeftina Herêma Kurdistanê jî serkeftinek e bo hemû Iraqê.

Derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Sebah Duleymî diyar kir ku niha derfeteke baş bo heye bo hemû pirsgirêk û giriftên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin.

Mesrûr Barzanî jî da xuyandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî û niyazpakiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye li ser binemaya destûrê û got: “Hêvîdar in serdemeke erênî û nû di peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe ku bi şêweyeke hevbeşiya rasteqîne û hevsengî li ber çavan bê girtin.

Herwiha di civînê de behsa serjimêriya ku biryar e di sala 2020an de li bê encamp de hat kirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê mijarê de ragihand ku serjimerî karekî girîng e bo komkirina data û zanyariyan ku ji bo plandananê dibe alîkar, lêbelê Hikûmeta Kurdistanê têbîniyên xwe li ser mîkanîzmaya encamdana serjimşriyê hene û pêwîst e li ber çavan bê girtin. Barzanî got: Nabe serjimêriyarî wek karteke siyasî li dijî ti pêkhateyan bikar bê.”