Êrîşa Îranê partiyên Rojhilat zêdetir nêzîkî hev kiriye

Silêmanî (Rûdaw) – Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku ew êrîşa mûşekî ya Îranê ya li dijî Kelha Demokrat a li Koyê bûye sedem, rêya dûr û zehmet a bi hev re karkirin û hevxebatiyê ji wan re nêzîk bibe. Ev di demekê de ku herdu partiyên Demokrat, ev çend sal in guftûgoyê li ser yekîtiyê dikin.

 

Roja 8ê Îlona 2018e, demjimêr 10.30ê danê sibê baregaha Partiya Demokrta Kurdistanê (HDK) ya li başûrê navçeya Koyê ya Hewlêrê, ku weke “Kelha Demokrat” tê naskirin, herwiha fêrgeheke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), rastî êrîşeke mûşekî hatin.

 

Rojek piştî êrîşan Sûpaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşê lixwe girt û ragihand, ku 7 mûşek avêtine baregahên wan partiyan. Lê li gorî zanyariyan 5 mûşek gihiştine Koyê û ji wan jî 3 mûşek li nêzîk baregahan ketine.

 

Piştî êrîşê du tîmên almanî û amerîkî ji bo lêkolîna li ser curên mûşekan gihiştine Kelha Demokrat. Li gorî zanyariyên Rûdawê tîma amerîkî gotiye ku ew çek berhemên teknolojiya rûsî ne.

 

Yekemîn car e ev hinde endamên serkirdetiyê dibin amanc

 

Di encama êrîşê de 15 pêşmergeyên herdu partiyan şehîd bûn û 39 kes jî birîndar bûn. Di nav şehîdan de 4 endamên Komîteya Navendî û du cîgirên Komîteya Navednî hebûn. Du ji wan serkirdeyan jin bûn. Di dîraka HDKê de bûyereke wiha kêmwêne ye, ku di carekê de ev hinde endamên serkirdetiyê bibin amanc.

 

Berpirsekî HDKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, amaje bi gefên pêşwext ên fermandarên pasdarên Îranê dike û dibêje: “Lê me bawer nedikir wiha êrîşî me bikin.”

 

Kelha Demokrat sala 1996ê, careke din di dema civîna Komîteya Navendî de bû amanc, lê wê demê tenê endamekî rêveberiya HDKê birîndar bû.

 

400 pêşmergeyên Rojhilat li Başûrê Kurdistanê hatine şehîdkirin

 

Her çi qas di vê êrîşê de baregahên partiyên Demokrat bibin armanc jî lê Komele û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwe parastina ji êrîşên wiha rêşûnên tundtir digrin.

 

Berdevkê Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistanê Erdelan Ferecî diyar dike, ku ev êrîş dê bandorê li ser guhertina cihên wan jî bike û dibêje: “Ji vir û pê ve di nav hizbên Rojhilat de dê zêdetir hevgirtin bibe rojev. Ji ber ku dijminê me hemûyan yek e.”

 

Erdelen Ferecî herwiha dibêje: “Em ê stratejiya xwe biguherin, cihgiriya hêzên me dê nemîne. Haya me ji wan gefên Îranê yên li dijî me jî heye.”

 

Sala 1989ê sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê Dr. Ebdurehman Qasimlo li Awûstûryayê di dema guftûgoya li gel Îranê hate terorkirin. Sê sal piştî hingî Sadiq Şerefkendî, ku cîgire Qasimlo bû, li Amlanyayê rastê êrîşê hat û terorkirin.

 

Lê berpirsekî HDKê, ku nexwet navê wî were eşkerekirin, dibêje piştî vê êrîşê jî ew Kelka Demokrat vala nakin, dest ji xebata çekdarî û çalakiyên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê jî bernadin.

 

Heman berpirs dibêje: “Lê bila taziyeyên me xilas bibin, ew hêzên ku sîwana hemahengiyê pêk anîne dê ji bo karên xwe yên dahatû plan daynin û em ê ji Îranê re biselmînin ku mûşekên wan em bihêztir kirine.”

 

Îran li axa Başûrê Kurdistanê jî wan dike amanc

 

Li gorî amarên partiyên Rojhilat, sala 1991ê ve nêzîkî 400 fermande û pêşmerge û kadroyên wan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li axa Başûrê Kurdistanê hatine şehîdkirin.

 

Roja Yekeşemê 09/09/2018, Navenda Hevkarî ya hizbên Rojhilat bi daxuyaniyekê bang li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê kir, ku bi mangirtina seranserî, derneketina ji malan, bi girtina dikan û bazaran bersiva êrîşa bi mûşekî ya Îranê û herwiha darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd bidin.

 

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Sazûmana Xebatên Kurdistana Îranê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) di daxuyaniya xwe ya hevbeş de gotin: “Ji hemû çalakvanên azadîxwaz ên Kurdistan û derveyî welat hêviya me ew e ku bi hemû şiyanên xwe ve piştgiriyê bidin vê bangawaziyê û hewla serxistinê bidin.”

 

Ji aliyê din ve çalakvanekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Di rewşeke wiha de pêwîstiya xelkê bi peydakirina qut û xwarina rojane ye. Lewma mangirtina seranserî hinek dijwar e. Herwiha vê demê çavtirsandina çalakvan û ciwanan dest pê kiriye û hikûmeta Îranê derfet nade kes bilive.”