DÊRSIM – Mayîn bi darvaniyan ve teqiya: 1 kuştî, 2 wenda

Dêrsim (Rûdaw) – Li qezaya Xozata Dêrsimê wesayîta darvanan pê li teqemeniyê kir û di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî wenda ne.

 

Duh li gundê Amûdka yê ser bi qezaya Xozata parêzgariya Dêrsimê wesayîta darvanan pê li teqemeniya li ser rê hatiye vedan kir.

 

Di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da.

 

Ji ber şer û pevçûnan termê kesê ku canê xwe ji dest daye îro ji aliyê xebatkarên Şaredariya Xozatê ve hat wergirtin.

 

Hat zanîn ku di hundirê wesayîta darvanan de 3 kes hebûne, 2 ji wan xelkê qezaya Pazarcix a bajarê Mereşê bûne, darvanê din jî ji bajarê Çewlîgê ye.

 

Xebatkarên şaredariyê yên ku çûn cihê bûyerê diyar kirin ku tenê termê kesek li cihê bûyerê bûye.

 

2 darvanên din jî heta niha wenda ne û derheqê serencama wan de ti agahî li ber dest tune.