PJAK: Li Ciwanroya Kirmaşanê 11 pasdar hatin kuştin

10-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) –Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand, li herêma Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera şervanên wan û pasdarên Îranê de şer derketiye, 11 pasdar hatine kuştin û şervaneke wan jî şehîd bûye.

 

Baskê leşkerî yê PJAKê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku pasdarên Îranê roja 29ê Tebaxa îsal, li devera Ciwanro ya Kirmaşanê dest bi operasyoneke mezin li dijî wan kirine û wê operasyonê 4 rojan dom kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê, di encama wî şerî û operasyonê de 11 pasdar hatine kuştin ku yek ji wan fermandeyekî pilebilind bûye.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wî şerî de şervaneke Rojhilatî ya PJAKê jî bi giranî birîndar bibû lê ji bo ku nekeve destê pasdaran, narincok bi xwe de teqandiye û şehîd bûye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst