PDKS: El-Wehdê hewl dide xwe nêzîkî TEV-DEMê bike

10-09-2015
Mihyedîn Hisên
Hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê, Arşîv
Hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê, Arşîv
Nîşan TEV-DEM ENKS PDKS El-Wehde Efrîn Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PDKSê hilbijartinên şaredariya li Kantona Efrîn a Rojavayê Kurdistanê red dike û bi nerewa dibîne. PDKS herwiha ji ber beşdarbûna wê di hilbijartinan de, partiya El-Wehdê bi hewldan bo nêzîkbûn ji TEV-DEMê tohmetbar dike.


Îro 10ê îlonê welatiyên Efrînê berê xwe dan sindoqên dengdanê daku hevserokên şaredariyan hilbijêrin.

 

Di hilbijartinan de ji bilî aliyên ser bi TEV-DEMê ve, partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Wehde) jî beşdar bû lê partiyên di nav ENKSê de beşdar nebûn.



Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku hilbijartinên Efrînê ne rewa ne ji ber ku TEV-DEMê bi tena serê xwe biryara lidarxistina wan daye.

  

ENKSê herwiha El-Wehedê tometbar dike ku xwe nêzîkî  TEV-DEMê dike û ji ber wê jî beşdarî hilbijartinên şaredariyan li Efrînê bûye. Lê belê partiya El-Wehde tekez dike ku beşdarbûna wan tenê ji bo ximzeta xelkê ye û ew xwe nêzîkî TEV-DEMê nakin.

 

Berpirsê rêxistina partiya El-Wehde li Başûrê Kurdistanê jî dibêje, ew beşdarbûne ji ber ku di nerîna wan de eger îdareyeke xirab jî hebe, baştir e ku qet îdare tune be.

 

Tevî rexneyên ENKSê ji van hilbijartinan re lê partiya El-Wehde dibêje ku ew beşdar bûne daku xizmeta xelkê bike û tekez dike ku ew vê yekê weke nêzîkbûnekê ji TEV-DEMê nabînin.

 

Nûnerê Partiya El-Wehde li Başûrê Kurdistanê Mehmûd Mihemed got, tevî ku têbîniyên wan li ser TEV-DEMê hene lê ew beşdarî hilbijartinan bûn ji bo ku xizmeta xelkê bikin.

 

Mehmûd Mihemed herwiha ragihand ku beşdarbûna wan di hilbijartinên Efrînê de ji ber wê yekê hat, ku kesên niha şaredariyên Efrînê birêve dibin, ne kesên pispor in û got ku ew dixwazin bi kadroyên xwe yên pispor şaredariyên Efrînê birêve bibin.

 

Ji aliyê xwe ve berpirsê rêxistina El-Wehde li Başûrê Kurdistanê Hisên Naso got ku ew beşdar bûne ji ber ku di nerîna wan de eger îradeyeke xirab jî hebe, baştir e ku ti îdare nebe.

 

Lê partiyên di nav ENKSê de dibêjin ku ew hilbijartinên ku tên kirin ne rewa ne û heta hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê rewa bin, divê TEV-DEM û ENKS ligel parityên din bi hev re wan hilbijartinan bikin.

 

Endamê komîteya navendî ya PDKSê Fêsel Naso dibêje ku ji ber rewşa penaberiyê jî niha dem ji bo encamdana hilbijartinan ne baş e.

 

Tevî van daxuyaniyên dijber, lê şîrovekar dibêjin ku TEV-DEM bi biryarên xwe yên yekalî berdewam e û ENKS jî tenê wan biryaran rexne dike bêyî ku bikaribe guvaşên xwe li ser rivebera xwe zêde bike.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst