Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak xelat wergirt

10-09-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

Amed – Nûçegihan û nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak, bi nûçeya “Destxeta Şêx Evdirehmanê Axtepeyî ya 128 salî hate dîtin” xelata yekemîniyê ya “Rojnamevanê herî baş ê salê” wergirt. Nûçegihanê Rûdawê Dekak par jî di beşa nûçeyên kurdî de xelata herî baş wergirtibû.

Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ku li 21 bajarên Bakur û hin bajarên Tirkiyeyê endamên wê hene, her sal xelatên rojnamevanên serkeftî dide. Di pêşbaziya îsal de di Desteya Nirxandina Nûçeyan de rojnamevanên navdar Mete Çubukçu û Mîthat Bereket  jî hebûn. Îsal di 2 beşan de pêşbazî çêbû. Di beşa tirkî û beşa kurdî de. Di beşa kurdî de nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ji nûçeya “Destxeta Şêx Evdirehmanê Axtepeyî ya 128 salî hate dîtin; destxet bi kesk û sor û zer hatiye nivîsandin” xelata yekemîniyê wergirt. Di beşa tirkî de jî rojnameva Salîh Demîr bi nûçeya “Bariş-Aşitî” xelata yekemîniyê wergirt. Di beşa wêneyê de ji Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Mehmet Sezgîn bi wêneyê “Okul Yolu” (Riya Dibistanê) xelata yekemîniyê wergirt. Di beşa mîzanpaş û dîzaynê de jî xelata yekemîniyê mîzanpajçêker Ramazan Seykan xelata yekemîniyê wergirt. Di beşa werzişê de ji Ajansa Anadoluyê Mehmet Çakan bi nûçeya “Di vê malbatê de hemû kes werzişvan in” hêjayî xelata yekemîniyê hate dîtin. Her wiha di beşa radyoyê de jî ji Can Radyoyê Kadîr Ogul bi “Mum Işigi” (Ronahiya Findê) xelat wergirt. Di beşa dîmenan de tu kes hêjayî xelatê nehate dîtin.

Merasima xelatê dê di 28’ê Îlona 2013’an de li baxçeyê Cemiyeta Rojnamevanan bê lidarxistin û xelata rojnamevanan bê dayîn. Par Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker, parlamenterên BDP’ê û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr beşdarî merasima xelatê bibûn, xelat bi destê xwe dabûn rojnamevanan. 

Hêjayî gotinê ye nûçeya xelata yekemîniyê ya nûçegihanê me Maşallah Dekak di hejmara 164 a Rûdawa dîasporayê de hatibû weşandin. Destxeta Şêx Evdirehmanê Axtepeyî bi vê nûçeyê ji raya giştî ya kurd re hatibû aşkerakirin. Destxet hêj wê demê bi kesk û sor û zer hatibû nivîsandin. Destxeta ku bi tîpên erebî lê bi kurmancî hatiye nivîsandin, li ser pesindayîna Hz. Muhamed bû. Di destxetê de rexne li şêx û melayên rantxûr tê kirin û tê xwestin îslamiyeta rastîn bê bicihanîn. Pirtûka Şêx Evdirehman bi tevahî ji 35 beşan û di pirtûkê de hezar û 531 beyt cih digrin. Şêx Evdirehman di beyteke xwe de wiha rexne li helbestvanên tirk dike: “Me çend gotinên şêrîn bi kurdî çêkirin / Zimanê tirkan me pê jêkirin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst