ERDEXAN – 'Reqsa mirinê' îsal hefteyekê zû dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erdexanê "firîna mirinê" ya mêşên ku di nav gel de ji wan ra dibêjin "mêşên gulanê" û yan jî "mêşên emrê wan rojek e" li gorî par hefteyekê zû dest pê kir.

Mêşên gulanê îsal piranî li herêma Çemê Kurayê kom bûn, li derdora Keleha Erdexanê û pire Erdexanê jî hatin dîtin.

Mêş li gorî par hefteyekê zûtir derketin û li herêma Keleha Erdexanê êvarê li dora lembeyan diçin û tên.

Tê payîn ku "reqsa mirinê" ya mêşên ku li dora lembeyan diçin û tên biqasî hefteyekê dewam bike.

Mêşên ku li dora lembayê bi qasî nîv saetê difirin di dawiyê de hişk dibin.