Li Meletiyê di pevçûna çekdarî de kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Fethiyeyê ya Meletiyê di pevçûna çekdarî de kesek hat kuştin.

Li Gundê Govukê di navbera Î.B û Alî Ateşê tê îdiakirin ku di navbera wan de neyartî hebû nîqaş derket.

Nîqaş piştî demekî guherî şerê çekdarî.

Alî Ateş bi tifinga nêçîrê birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Alî Ateş veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê lê li gel midaxeleyan jî mir.

Î.Byê ku derket holê Serokê Navçeya Fethiyeyê yê Partiya Yenîden Refahê ye, hat desteserkirin.