Ozçelîk: Navê PWKyê hat qebûlkirin lê belê doza girtinê hîn jî berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku navê partiyan bi awayî fermî hatiye qebûlkirin lê belê doza girtinê hîn jî berdewam dike.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk îro li Teşkîlata Amedê ya PWKyê, di civîneke çapemenîyê de, derbarê pêvajoya fermî ya navê partiyê û doza girtinê agahî dan û tabelaya PWKyê bi avahiyê ve hat daliqandin.

Nûnerên PSK, HAK-PAR, DDKD, DILKURD, Komeleya Şirnexiyan, Komeleya Şemrexê û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û rêvebir û endamên PWKyê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Mustafa Ozçelîk di civîna çapemeniyê de diyar kir ku navê partiyan bi awayî fermî hatiye qebûlkirin lê belê doza girtinê hîn jî berdewam dike.

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk derbarê pêvajoya partiya xwe de ev agahî dan:

“Partiya Azadiya  Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGERê) teva kesayetiyên serbixwe 9-10ê Îlona 2023yan li Amedê kongreya xwe ya yekîtiyê pêk anîn û 10ê Îlona 2023yan, Partiya Welatparêzên Kurdistanê hate damezrandin.

Ji bo ku PWK wekî partiyeke eşkere û qanûnî xebatên xwe bimeşîne, PAKê 17ê îlona 2023yan, li Enqereyê di bin çavderiya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê de kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî.

PAKê navê xwe guherand

Di vê kongreya qanûnî de, PAKê navê xwe wekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê guherand.

Lê mixabin, Serdozgeriya Dadgeha Bilind (Yargitay) nexwest wek fermî navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  qebûl bike, rê neda ku em li ser navê PWKyê kongreyên xwe yên bajar û navçeyan li dar bixin.

Ji ber ku li gorî qanûna partîyan, mafê her partiyekê heye ku di kongreya xwe ya giştî de nav, bername, destûr û logoya partiyê biguherîne,

Ev helwesta Serdozgerê Yargitayê li dijî qanûna partiyan bû.

Parêzerên me, di vê derbarê de ji Yargitayê û ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re, name şand da ku navê PWKyê bê qebûlkirin.

Piştî ku Serdozgerê Yargitayê 16ê Gulana 2024an hate guhertin, Serdozgerê Yargitayê yê nû, bi awayê fermî li ser navê PWKyê ji me re name şand.

Ev jî tê maneyê ku guhertina navê partiya me hatiye qebûlkirin.

Me ji roja ku PWK hate damezrandin heta îro her bi navê PWKyê xebatên xwe meşand.

Ji îro pêve jî em dê bi awayî fermî hemû tabelayên partiya xwe, bi navê PWKyê daliqîne.

“PWK hem partiyeke meşrû hem jî yasayî ye”

PWK hem partiyeke meşrû, hem jî yasayî ye. PWK xwe weke rêxistinek bêîtîatîya sivîl pênase dike.

Helbet, her çiqas navê PWKyê hatibe qebûlkirin jî doza girtinê ya ku berê ji bo PAKê hatibû vekirin, niha bi navê PWKyê dê berdewam bike.

Me heta îro di Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkiyeyê de, bi Kurdî û bi Tirkî nav û bernameya partiya xwe parastiye û ji niha pê ve jî, emê her navê PWKyê û bernameya wê di mehkemeyê de biparêzin.

“Mafê me heye ku wekî partiyeke yasayî xebatên xwe bimeşînin”

Em dibêjin bila ev doza girtinê ji holê rabe û mafê me heye ku em hem wek partîyeke meşrû, hem jî wekî partiyeke yasayî xebatên xwe bimeşînin, em dê her li vî mafê xwe xwedî derkevin.

Ji aliyê Serdozgerê Yargitayê qebûlkirina navê PWKyê di têkoşîna doza azadîyê de, destkeftineke hemû Kurd û Kurdistanîyan e û bila li gelê me pîroz be.”