Li Erdexanê pevçûna bi kêran: Şofêrê şaredar hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêmalê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê du grûp bi kêran pev çûn şofêrê şaredar hat kuştin.

Li ser rêya Dêmal û Posofê li cihekî rûniştinê karmendên Şaredariya Erdexanê û grûpeke din de pev çûn.

Herwiha di encama êrişa bi kêrê de şofêrê Şaredariya Erdexanê Guntay Hoş û kesekî din yê 35 salî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

tîmên tenduristiyê her du birîndar birin Navenda Tendirûstiya Civakê ya Dêmalê.

Lê tevî hemû midexaleyan şofêr Guntay Hoş canê xwe ji dest daye.

Li ser bûyerê 3 kes hatine desteserkirin.