Dêrsim: Çalakiya karkerên ji kar hatine derxistin berdewam e

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Qisleyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çalakiya karkerên ji kar hatine derxistin berdewam e

Karkerên ku ji kar hatine avêtin her roj bi malbatên xwe re diçin parka şaredariyê da ku vegerin ser karê xwe yê berê.

24 roj in ku ji karê xwe yê şaredariyê hatine derxistin û li beramber vê yekê çalakiyan wan berdewam e.

“Em dixwazin vegerin ser karê xwe”

Karker Ferhat Çevik got, “Dema ku şaredar dest bi kar kir piştî 3 mehan me ji kar derxist.

Got ku me ji ber rewşa aborî ji kar derxistiye. Me jî got `ev rewşa aborî tenê ji bo me heye?`

Me got `Tu rêveber î, te daxwaza vê rêveberiyê kir, me got ev ji bo te derbasdar e.`

Me got `Ev ne sûcê me ye ev tiştekî ku we eleqedar dike ye.

Ji roja ku em ji kar hatine derxistin em li ber xwe didin. Me xwest ku em careke din vegerin ser kar.

Zarokên me hene, zarokên hevalên me hene em di rewşeke xerab de ne.

“Divê şaredar li vir îstîhdamê peyda bike”

Karker Ozgur Gokbaş wiha anî ziman, “Şaredar ji me re dibêje ji ber ku pere tine me ji kar derdixe.

Em jî dibêjin gava em 15 kes ji kar bên derxistin ev kes dê bi zarokên xwe re bi kû de biçin.

Em dê bi kû de herin, em li bendê ne ku veberhênan hebe fabrîqe tinin tiştekî tine.

Divê şaredar li vir îstîhdamê peyda bike.”

Serokê Şaredariya Qisleyê derbarê çalakiya karkeran de ji Tora Medyayî ya Rûdawê axivî û sedema ji kar derxistina 15 karkeran diyar kir.

“Bi vê aboriya xirab û bi vî deynî rewşa heyî nikare berdewam bike”

Serokê Şaredariya Qisleyê Alî Emrah Tekin got, “Dema me şaredarî bi dest xist nêzîkî 17 milyon lîre deyn hebû.

Şaredariyeke ku ji sala 1977an heta mehên Gulan û Nîsana 2022yan 43 kes wergirtine kar û piştî wê di nav salekê de wergirtina 31 kesan ne tiştekî asayî ye.

Bi vê aboriya xirab û bi vî deynî rewşa heyî nikare berdewam bike.

Dibe piştî 3 an 5 mehên din şaredarî nikaribe xizmetên xwe yên sereke jî bîne cih.

Em ji bo rê ber li vî tiştî venekin û xizmeteke baş pêşkêşî welatiyên xwe yên li navçeyê bikin, min ev biryar da.”

Navçeya Qisleyê nifûsa wê 1600 kes e û ji ber bêkariyê ji navçeyê ber bi bajarê din ve koç berdewam e.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de serokatiya şaredariya navçeya Qisleyê CHPyê bi dest xistiye ku berê jî di destê heman partiyê de bû û deynê tê behskirin ji wê demê maye.