Gola Masiyan ketiye bin bandora guherîna keşûhewayê: Metirsiya ziwabûnê heye

Hewlêr (Rûdaw) – Gola Masiyan a li parêzgeha Agiriyê ketiye bin bandora guherîna keşûhewayê û rûbirûyî metirsiya ziwabûnê bûye.

Gola Masiyan a li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi xeml û bedewiya xwe çar demsalan geştrayaran pêşwazî dike.

Lê niha ew gol ketiye ber bandorên guherîna keşûhewayê û rûbirûyî metirsiya ziwabûnê ye.

Sal bi sal ava Gola Masiyan kêm dibe.

“Du sedemên sereke yên kêmbûna avê hene”

Mamosteyê Beşa Cografyayê yê Zanîngeha Agiriyê Prof. Dr. Faruk Kaya got:

“Dema em niha lê dinêrin ava Gola Masiyan bi awayekî cidî kêm bûye. Em dikarin bibêjin ku li vê derê du sedemên kêmbûna asta avê hene.

Yekem kêmiya berf û baranê ye û ya din jî hilmûgulmbûna zêde ye. Jixwe du sedemên hişkesaliyê hene ya yekem kêmiya baranan û ya din jî hilmûgulmbûna zêde ye.

Li vê derê ji ber barana kêm asta avê kêm bûye. Sedemeke din jî ew e ku li seranserî cîhanê hişkesaliyek heye û divê em tedbîran wergirin. ”

Ew gol di heman demê de çavkaniyeke sereke ya ava vexwarinê ya navçeya Bazidê û çend gundên navçeyê ye. Ev jî yek ji sedemên din ên kêmbûna asta ava golê ye.

Pispor hişyariyê didin

Pispor hişyariyê didin welatiyan ku di bikaranîna avê de baldar bin û ava ji golê diçe malên wan belesebeb xerc nekin.

Faruk Kaya herwiha behsa tedbîran jî kir û berdewam kir: 

“Demeke dirêj e ava vexwarin û bikaranînê ya navçeya Bazîdê û çend gundên derdorê ji Gola Masiyan tê dabînkirin. Ava vê derê bi awayekî bêkontrol ji Bazîdê re tê şandin. 

Bi taybetî ji bilî ava vexwarinê ava golê ji bo çandiniyê jî tê bikaranîn. Ev jî bi awayekî cidî dibe sedema kêmbûna avê. Lewra divê di vî warî de tedbîrên cidî bên wergirtin.”

“Rêjaya barîna berf û baranê kêm bûye”

Li gorî zanyariyên Beşa Cografyayê ya Zanîngeha Agiriyê, 60 salên borî li wî bajarê Bakurê Kurdistanê rêjeya barîna baranê bi awayekî navendî 528 milîmetre bû lê di 5 salên dawî de ew rêje daketiye 428 mîlîmetreyan.

Pispor dibêjin eger rewşa keşûhewayê li Agiriyê wiha berdewam bike dibe ku Gola Masiyan û gelek çavkaniyên din ên ava bajêr jî ziwa bibin.