Şîmşek: Dê enflasyon çend mehên din jî zêde bibe

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Enflasyon Mehmet Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Şîmşek ragihand ku dê zêdebûna enflasyonê çend mehên din jî berdewam bike.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek derbarê zêdebûna enflasyon û zêdekirina bacê de ji rojnameyeke wî welatî re axivî.

"Dê careke din dubare nebe"

Mehemet Şîmşek got, “Ji bo başkirina hevsengiya budceyê û pêçana birînên erdhejê, di bacê de hinek sererastkirin hatin kirin. Zêdekirina bacê gaveke enflasyonîst e û dê careke din dubare nebe.”

"Dê enflasyon çend mehên pêşiya me her zêde bibe"

Şîmşek di axaftina xwe de diyar kir ku zêdebûna enflasyonê dê demkî be û got:

"Armanca me ew e, piştî vê pêvajoya derbaskirinê dê enflasyon bê kêmkirin. Li gorî pêşbîniyên Banka Navendî jî enflasyon dê çend mehên pêşiya me jî ji ber sedemên cuda her zêde bibe.

Ji bo başkirina hevsengiya buceyê, pêçana birînên erdhejê me di dayîna bacê de hinek sererastî kirin. Ev zêdekirina bacê enflayonîst e lê dê careke din dubare nebe.”

"Em dê pêşiya xwe baştir bibînin"

Şîmşek herwiha da zanîn ku îsal ji bo dabînkirina zerara li hemberî enflasyona pêştir a welatiyan mûçe bi awayekî cidî hatin zêdekirin û wiha pê de çû:

“Em wiha bawer dikin bi bernameya ku dê were cîbicîkirin em dê pêşiya xwe baştir bibînin. Sermayeya ku bê Tirkiyeyê dê zêde bibe û di demên pêş de bi kêmbûna rewşa nediyar û kêmasiya bazirganiya derve re ez wiha bawer dikim em dê nêzîkî îstîkrarê bibin.

Ev jî dê bandoreke erênî li enflasyon û hêviyan bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst