Li Şirnexê qeza: Berfîna 11 salî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê traktor wergeriya, Berfîna 11 salî ya ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da.

Di qezayê de 3 kesên din jî birîndar bûn.

Traktora ku N.B (46) diajot, li gundê Mila Kiriyê yê Şirnexê wergeriya. 

Şofêr, K.B, B û Berfîn B di traktorê de bûn û 4 çar birîndar bûn. 

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê. 

Berfîn Bya ku di bin traktorê de asê mabû hat derxistin.

Tîman bi birîndarên din re Berfîn jî rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 

Berfîn B, tevî hemû hewldnên bijîşkan jî ji mirinê rizgar nebû.