Li Meletiyê bi 5,3 pileyan erd hejiya

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,3 pileyên rîxterê çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê demjimêr 20.48an erdhejeke bi hêza 5,3 pileyên rîxterê çêbûye.

Li gorî AFADê ew erdhej li kûrahiya 7 kîlometrayan pêk hatiye.

Li ser zerar û ziyanên erdhejê heta niha ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Parêzgeha Meletiyê li ser hêla erdhejê ye û erdhejên 6ê Sibata 2023an zerereke zêde ya canî û madî gihandibû vê parêzgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst