Silêmanî: Kesekî ji malbatekê 3 kes kuştin

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahyeya Pîremegrûnê ya navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê kesekî 3 endamên malbatekê kuştin.

Heman kesî jineke ji wê malbatê jî bi giranî birîndar kir.

Qaymeqamê Dûkanê Sîrwan Lale Serhed li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Qurbanî 2 bira ne û kurê yekî ji wan birayan e.

Herwiha jineke ji wê malbatê jî bi giranî hatiye birîndarkirin û niha li nexweşxaneya bajêr e."

Kujerê wan 3 kesan reviyaye û hêzên ewlehiyê yên Pîremegrûnê niha li wî digerin.

Piştî bûyerê cenazeyên kesên ku canê xwe ji dest daye ji bo lêkolînê birin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê û piştre dê radestî malbatên wan werin kirin.

Li aliyê din Qaymeqamê Dûkanê eşkere kir ku kujer xwe radest nekiriye û heta niha jî nehatiye desteserkirin.

Tîmên polîs û ewlehiyê yên Dûkan û Pîremegrûnê ji bo girtina tohmetbar dest bi xebatan kirine. Tohmetbar ji aliyê polîsan ve “tê naskirin û navê wî diyar e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst