Duran Kalkan: 50 hezar gerîlayî canê xwe ji dest daye

Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan ragihand ku di 39 salên şerê wan û artêşa Tirkiyeyê de 50 hezar gerîlayî wan canê xwe ji dest daye.

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan di kaneleke nêzîkî PKKyê de li ser şerê wan û artêş û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê axivî.

Kalkan amaje bi wê yekê da ku yekem rûbirûbûna PKKyê ya bi artêşa Tirkiyeyê re 15ê Tebaxa 1984an li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê bûye û got:

“Di 39 salan de 50 hezar gerîlayî canê xwe ji dest daye.”

“Em li dijî NATOyê jî şer dikin”

Bi gotina Duran Kalkan gerîlayên PKKyê ne tenê li dijî artêşa Tirkiyeyê, di heman demê de li dijî NATOyê jî şer dikin.

Kalkan diyar kir ku NATO di şerê li dijî PKKyê de ji sala 1985an ve piştevanê artêşa Tirkiyeyê ye.

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKKyê Duran Kalkan li ser “şerê PKKyê û NATOyê” got:

“Meha borî NATOyê fermandariya navendî ya rûbirûbûna PKKyê damezrand. Ev navend herwiha dijayetiya gelê Kurd dike.”

“Çîroka me gelekî cuda ye”

Duran Kalkan herwiha bal kişand ser Şoreşa Vîetnamê û got:

“Vîetnamiyan 15 salan xebata çekdarî li dijî Japonya, Amerîka û Fransayê kir û wan serkeftineke mezin bi dest xist lê çîroka me gelekî cuda ye.

Ji ber ku em rûbirûyî NATOyê jî dibin. Hejmara qurbaniyên me jî vê rastiyê piştrast dike.”

“Di Tîrmehê de gerîlayan 130 çalakî kirine”

Kalkan ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi berdewam êrişî wan dike û ew jî bi çalakiyan bersivê didin û got:

“Tenê di tîrmehê de gerîlayan 130 çalakî kirine. Zêde ne, eger 2 leşker jî hatibin kuştin êdî ev şer e.”

Duran Kalkan li ser rewşa rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan jî ku ev 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye anî ziman:

“Ev 29 meh in em ti zanyariyekê li ser rewşa Ocalan nizanin. Siyaseta tecrîdê ya li ser Ocalan berdewam dike.

Destûr nayê dayîn ku xizm û parêzer jî biçin serdana wî û wî bibînin.”