Efrîn: Çekdaran 4 welatiyên Kurd revandin

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Silêman Şaha ku wek Emşat tê naskirin, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 welatiyên Kurd revandin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, çekdarên grûpa Silêman Şahê welatiyê Kurd Heysem Rifaî Osoyê ji gundê Kefer Delêya Jorîn û Heysem Mihemed Cumeyê ji gundê Gaziyê yê Cindirêsa Efrînê revandin.

Çekdarên grûpa Feyleq el-Şamê jî welatiyekî Kurd ê ji gundê Birc Heyderê û yekî ji gundê Kebaşînê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê desteser kirin.

Çekdarên grûpa Feyleq el-Şamê herwiha malên wan jî talan kirin û piştre ew birin Gîrtegha Îsakê.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ji destpêka 2023yan ve 226 kes ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Di nav wan 226 kesan de 12 zarok, 18 jin û 97 nexweş jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst