Li Rihayê bûyera trafîkê: 3 mirî û 11 birîndar

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê 3 otomobîl li hev qelibîn û di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, şevê din li ser rêya Siwêreg-Amedê çêbû.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, otomobîla bi şofêrtiya Murat Kaya (34), minîbûsa bi şofêrtiya Suleyman Ozcan (34) û otomobîleke din ku nasnameya şofêrê wê ne diyar e, li ser rêya Siwêreg-Amedê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de, Dogukan (27) û Recep Karaaslan (26) li cihê bûyerê û Murat Kaya jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê canê xwe ji dest da.

Birîndarên bi navên Suleyman (34), Haşiya (33), Mariye (16), Ahmet Ebrar (12), Rana (3), Hacera (39), Sara (10), Hawa (12), Hasiye (3), Belkiz (13) û Meryem Erma Ozcan (6) birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hat zanîn ku kesên di minîbûsê de ji bo şahiyê ji Sêrtê diçûn Dîlokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir