Gundên Çiyayê Metîna bi berdewamî tên bombebarankirin

10-08-2022
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Bombebarana Tirkiyê bûye sedema valabûna çend gundan
Bombebarana Tirkiyê bûye sedema valabûna çend gundan
Nîşan Tirkiye Operasyon Herêma Kurdistanê PKK
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Bi dirêjahiya îsal, gundên quntara zincîre çiyayê Metîna ango Metîn li parêzgeha Duhokê di bin topbaranên Tirkiyê de bûne. Niha jî her tên topbarankirin û êdî jiyan li wan gundan nemaye.

Hejmareke wan gundan hatin valakirin û hejmarek jî xelkê wan xwe amade dikin ku ji gundê xwe derkevin.

Welatiyên wan gundan dibêjin, hinekan li Duhokê mal kirêkirine û êdî venagerin, hinekên din jî tenê pîr û kalên wan ji ber karûbarên çandiniyê mane.

Gundê Sergelê gundê herî nêzîk ê ji operasyonên  Tirkiyê û xelkê wî gundî nêzîkî çar mehan in di bin tirsa şer û bombebaranan de dijîn û her diçe gund vala dibe. Ji 100 malbatan niha tenê nîvê wan mane, beşek ji wan jî xwe amade kirine ku di demeke nêzîk de gund bicih bihêlin û berê xwe bidin Duhokê.

Pêşmerge Şêrwan Nihêlî dibêje: “Berî sê-çar rojan hinek malbata çûn û hinekan jî xanî kirîne  û dema ku xaniyê wan amade bibe dê biçin. Eger pîr û kal bimînin. Hinek kesan çandinê kirine lê kengê rêyekê bibînin dê biçin.”

Tirkiyê di meha Nîsana îsal de bombebaran û topbaranên xwe yên li gundên devera Nihêlê li quntara Çiyayê Metîna zêde kirine. Herwiha Tirkiyê sinorê operasyona xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir kiriye û hefteya derbasbûyî yekem car sinorê gundê Belava bombebaran kir. Ji ber hêz û dengeê bombebaranê ziyan gihîtiye malên gundiyan.

Fermanber Revend Guherzî jî got: “Ev çiya bi berdewamî tê bombebarankirin, ku bûye cihê tirsa xelkê û ev jî bûya sedema metirsiya xelkê gund û milkên xwe berdin û birevin.”

Artêşa Tirkiyê di 17ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê, Dêrelok û Şêladzê yên li Herêma Kurdistanê li dijî Gerîlayên PKKê operasyoneke nû a bi navê "Pençe Kilit" dabû destpêkirin û heta niha berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst